June 5, 2024

Şêrîn Saado -paris

Li ber dîwarê biyaniyê
Dergûşa êşan
Di hejînim
Bi vedenga hInasên
Bê deng
Stirana hêviyên
Bê hêvî
Dilorînim
Penaberim ..
Kirasê jiyaneke
Bê jiyan
Bi teşiya dilê melûl
Dirêsim
Bi ser bedena hûrdeman
Dadikim

Di agirdana
Omîdên kuştî
Û bîranînên
Sêwî û derbeder
Hestên min di sotin

Ji xewnerojan şiyar dibim
Li ber dergehê
Berbangeke dûr
Tenê rondik dikarin
Agrê di dil de
Sar bikin
Û şewata birînan
Bikewînin
Ji ber ku
Ez penaberim ..penaberim ….!!