June 4, 2024

Ezîz Xemcivîn

Çirayeka êş ji canê te dirêsim..
Deftera tundûtûjiyê ji dîroka kirêt çi dibêje?
Li welatê te jî, kînxincera tundrewan xwînê dirêje!
Ho..
Piçûkê janê,
dilê nazik kê bêhna jiyanê ji sihikên girnijîna te birrî?
Havîna evîna te,
ji bo çi hetav li bejna xwe ne kiriye!
Zimanê ahîneka nû vebû,
destê çepel agirê cegerê dada ye!
Sêwiyên nesaz li kolanên aramiya we strî û…