May 6, 2024

Mizgîn Hesko

Ji temenê kulîlkan
Hîn jî spêdeyek
Rê û rêwan
Hîn jî avrêl in…!

Çend bîstikên din
Û di xirecira bihara navîn de
Tiliyên keskesorê
Perwane vêdixînim…!

Dem û dewr
Hîn jî elind e
Pêkên…
Ku hogirî dilê siruştê bûne
Û tevî têlên rêsayî
Û pencên êşê
Bifirê dixînim…!
Û hêvî…Deriyekî vekirî û bê dawî ye
Êdî vegera jê…
Xwekuştin e
Û ji destxistina heyvanê roniyê
Hem dilzarî
Û hem mirin…

Konê Reş

Piştî ku Dr. Lezgîn Çalî ez agahdarî Festîvala Semayê li Duhokê kirim bi çend rojan, birêz Mihemedê Necmedînî ji komîta festîvalê ev daxwazname bo min rê kir:
(Silav û rêz, mamosteyê rêzdar Konê Reş (Selman Osman Abdo)!
Hîvîdarim di xêr û xweşîyê da bin. Ez Mihemedê Necmedînî, ji rêkxistîya Semayê ya Kurdistanê bi we re me….