May 1, 2024

Dostên hêja:
Yekemîn ahenga navîşkkirina pirtûka min (Zabêl Ez Ermenî Me!) dê li bajarê Bad Fallingbostel lidar bikeve, ya/ê ko bixwaze amade bibe, bi hatina we ez ê pir kêfxweş bibim.

Li navenda Yekîtiya (Mala) Êzdiyên Heidekreis
Oerbker Berg 6,
29683 Bad Fallingbostel

Roja Şemiyê 11.05.2024
Demjimêr: 14:00

Ezîz Xemcivîn

Mizgîn Hesko

Bêguman, ne rexnevan im ku bikaribim buhayê vê mijarê bidim, giraniyê bidim hin despilîn û têgihên wê. Ango wiha bi rêk û pêk, wê vekolin û wiha jî bi çavdêrî û li gor hin pîvanên rexenya wêjeyî pê de kûr û dûr biçim.
Bi her halî û di wêjenasiyê û zanista hunerî de, rexnekirin, rexnelêgirtin…

Tengezar MarîniFelsefe çi dide û çi dike?
Pirsek ji wan pirsên mezin ên felsefê ew e: Felsefe mirov bextewar dike?
Her ji destpêkê ve, ev guman hebû, ku pêdiviya mirov î bi felsefê tune ye û felsefe bêsûd û beyhûde ye, lê baweriya kesên xwedan hizir dibêjin: Pir sûdeya felsefê heye. Eger em hinekî li wan kêşeyên…

Brahîm Mehmûd

Silava sibêde
Dikeve êvarê
Êvar di xew re diçe
Bang li xwe dixîne

Dest kete xeyalekî
Aso lêhate girtin
Qûnax lihevket
Dil kêferatkir

Hizrê daxwe
Bask xwe lê nekir xwedî
Terezoyê got çû ji min
Katejimêr matmayî ma
Dem tevizî

Ma ev çi zemîne?
Gewd ji xwe pirsî
Asîman li xwe nexweş anî
Hizr veciniqî
Û bi dû xwe ket

Rûxweşê Zîvar

Efrîn dengê perzer û bilbila ye
Bîna binefş û nêrgiz û gula ye
Bax û buhişt û bihara dila ye
Derman û melhema derd û kula ye
*********
Efrîn Kawayê leheng û Newroz e
Xwedî nirxên dewlemend û pîroz e
Bayê xweş û zîz û pak û bê toz e
Vîn û jîna keç û xortên dilsoz e

*********Efrîn ciyê firîşt û kevoka…