April 25, 2024

Şêrîn Sado. Parîs

Dema siruşt bi hatina
Bûhara nû ve
Girnijî
Kirasekî gulgulî
Li bejna bilind
Hejî
Xuncên şahiyê
Di damarên dil de
Vejiyan
Û ji gulşana
Hest û nestan

Nameyên mawerîBi ser giyanê giyan de
Weşîyan
Jîndar dibûn
Di bexçê dilan de
Kulîlkên çilmisîn
Vedibûn
Ew Asoyên xewnerojan
Ku bi
Reşbûna azariyan
Tarî bibûn
Hêdî hêdî
Ji tariyê
Rizgar dibûn
Lê qedera xapînok
Wekî pirên caran
Bûhar li min kir
Zivistan
Li ber ba…

Xizan Şîlan

bextewariya min
mîna avhewaya demsalan e
carna
diqefilim û dicirifim
germ û dişewitim
nerm û hişk dibim
sar û dicemidim
carna
şîrîn û tehl dibim
ciwan û kal dibim
bi hêrs û sakîn dibim
dilteng û bêhnfireh dibim

carnawek stêrkên asîmana sayî
diçirisim
wek fenera bêfîtîl û perpitî
vedimirim
di hestên pûç de têm guvaştin
ez
wek talaz û qûma çolistaneke
ziwa me
ji xumexuma kaniya zelal
rondikên çavên melûl
diherikin
nava dilê…

Dr.Phil.Ebdilmecît Şêxo

Xwendevanên welatparêz!Bi bûneya cejna rojnamegeriya Kurdî ez dixwazim we hemûyan pîroz bikim û gelek silavên niştimanî ji we û ji hemû desteyên rojname,kovar û dezgehên ragîhandinê re ji (Çiyayê Kurmênc)û ji nav zeviyên darên zêtunê ji we re bişînim û herweha jî ez hezdikim bi dilekî geş û bi wireyên bilind wêneya mamosteyê me…

Brahîm Mehmûd

Gula darê ji bo min ne kuleke
Dar kula mine
Lê dema ki gul rû geş dibe
Dizanim ku dar li ser xwe ye
Geşbîn dibim

Rûbar li ber min dibawişke
ji xwe pişt raste
ku avrêjiya wî misogere
dikeve xweneke şêrîn
di himêza dada kaniyê de

Bayekî hênik xwe li min digreDi laşê min de dilorîne
Ev çi giyanekî dilovan
Ku çûkê beytik…

Mizgîn Hesko

*Ji bo bîranîna komkojiya Ermeniyan.

Wê gavê…
Perên pelatînkan
Di paşila mijê de!

Ji janê û ta destên janê
Mijê…
Tevnên bêdengiyê ristibûn…?!

Di nav mijankên pîrka min…Rojeke veşartî…
Û di qermîçonkên rûyên azirandî de
Rêlistanên tî…!

Û çavên hêviyê
Şînok…
Û vemirîbûn.

Hin di rê de
Di himêza dêwê de
Û di pêla mijê de Pelatînkan…
Bişirîna lêvên xwe
Gund û şarên wêran Erxewanên serveqetandî
Û neçar…
Xwe…