April 21, 2024


Xemgîn Remo


Bi hatina hechecûka re
Yekem taviya vîna te
Li beyarê dil baranê lê kir …
Dar jîna min nû ciwan bû
Şax bi kulîlka xemilîn
Dîsa buharê destpê kir …

Yarê .. çira ya şevtariya
Zivistana reş bi dawî bû
Ey tîna germerojên hêviya …
Mêrg û çîmen yane yên me ne
Eger tu bibî palevana gula…

Brahîm Mehmûd

welatê ku xwîna min bike av
min Kewsera wî navê

welatê ku dengê min neke
min zimanê wî navê

welatê ku li min nenêre
min asoya wî navê

welatê ku min dorpêç bikemin mizgîniya wî navê

welatê ku min bi nav neke
min dîroka wî navê

welatê ku min dike koleyê ayina xwe
min xwedayê wî navê

welatê ku roja…