April 19, 2024

Brahîm Mehmûd

Ez li welatekî geriyam
Kesayetiya min diyar bike
Min ew nedît

Min li sînorekî pirsî
Mrovahiya min bi nav bike
Min ew nedît

Ez li nasnameyekê geriyam
Zimanê min biparêze
Min ew nedît

Ez li xwe degerim
Xwe nabînim
Ji i xwe dipirsim
Bê bersivim
Li xwe dinêrim
Nizanim kî me

Bê welatim ez
Bê sînorim ez
Bê nasname me ez

Bê ez im ez

Xemgîn Remo

Sibehê tê min bibîne darçinarek
Li xaçerêkên çiya
Di rêya seyrangeha de
Bînvedana rêwiya ….
Sibehê ger tu hat
Tê min bibîne kanî …

Hîva şevînî li rajorê banî
Kezî û biskên min
Hêlîna çûkan
Xatûna evînê
Serdara bûka …
Sibehê ger tu evîndar bî
Di gola vînê de
Sermest û har bî
Melevano tê bighê
Lûlû…