April 17, 2024

Brahîm Mehmûd

Dar çiquliyek avête min
Gote min:
Sîbera min demûşiye
Xwe ji min dûr bixe

Rêkê xwe li min tengkir
Gote min:
Xwe bide alî
Dûmahiya min poşmaniye

Kevir berik avête minGote min:
Ez kevirê bumbekirî me
Dûr here

Kaniyiê firek av avête min
Gote min:
Ava min ava jibîrkirinê ye
Bi lez ji vir here

***
Belê
Belê ji we hemiyan re
***

Belê darê
Lê çiquliyê te
Darbesta min e

Belê …

Ezîz Xemcivîn
Va ye diçim serdana warê pîroz

Miletê resen, dilovan û dilsoz

Mistek av ji kaniya spî vexwim

Canê xwe mor bikim bi peyman û soz

Sibeha cejnê ye, diçim Lalişê
Çi gul li bejnê ye, diçim Lalişê

Rojek ji jînê ye, diçim Lalişê

Rastiya xewnê ye, diçim Lalişê

Kolan bi kolan firişte û perî

Cîhana min e, ciwan û gulzerî

Ba û baran e…