April 12, 2024

 
Şîlan Doskî

Her laperekê ku diqulipînim…metirsî, eşkence, gef û sêdare, çavên min bi xwendina tîp û risteyên bi jan bi nemirovaniya dîrokê re dibin karwanî…
Serkîsê Kêvo(Hilûç) bişkojên hêviyên temenê ciwaniya wî ku bi şûrê Osmaniyan li ser dêmê jiyanê hatine werandin, wek bi hezaran Ermenî berê xwe dide rêya revê. Ew ji germiya himêza Dayik û…

Şêrîn Saado – Paris

Wekî dawiya şevê
Li kenarên berbangê
Dema heyv û sitêr
Ji azmanan bar dikin
Belav dibin

Wilo
Hinasên min
Di girandbûna
Hûrdemên xapînok de
Diçikin bê can dibin
Ew sawîrên li bedena
Jiyaneke nûhatî de
Hatibûn nîgarkirin
Di tariya hestên şikestî de
Bê reng û eles diman..
Wekî bilbilekî brîndar
Awazên sibehan
Bi vedenga êşên xwe re
Di nuhurîne
Ez im
Li çola evîneke bê cihir
Tovên hêviyên bê…