April 1, 2024

Şêrîn Saado

Di mihraba dîdariya
Herdû çavan
Şevnem
Li ser biskên firiştiyan
Di meyan
Dema heyamên buhiştî

Wekî baraneke hûrZeviyên giyan
Avdidan
Li paş tarîbûna çeşiman
Dergehê cîhaneke dî heye
Tu dibê buhişt bi xwe ye
Xuncên hêvîyan
Li dara jiyanê her di bişkivin
Cobar û gulnaz bi rokê re
Di girnrjin
Tev de yarin
Demsal têde tim buharin …
Di afsûnan çavan de
Berze dibim
Mîna çivîkeke biçûk
Ji hêlîna xwe winda ye
Di himbêza…