March 29, 2024

Firyal Hemîd

Êş şûnmayên
evînê ne

Helbest jî
şûnmayên êşa ne

Lehî şûnmayên
baranên dîn in

Hêsir jî şûnmayên
xatirxwestinê ne

Ez û tu jî
Şûnmayên
dareke bejî ne
Ku ew dar jî
şunmayê destekî
ji sermê qelişî ne

28.3.2024