March 11, 2024

Şêrîn Saado

Şevek bi reşbûneke bê dawiye
Ne wekî her şevan e
Nizanim
Heyv û sitêr
Di zindanên xwedawendan de
Girtîne
Yan tarîbûna van hestane
Tê bîramin
Dem buhar bû
Heyv di himbêza şevê de
Şiyar bû

Govenda sitêran her li darbûÇilo li me bû ferman
Ewrekî mişte girî
Girte azimanê omîdan
Û bayê ber tavê rabû
Ewrê sayî ji hev blav bû
Nema dizanim…

Li Bajarê Kiel-Elmanyayê bi helkeftina Roja Cîhanî ya Jinê û Roja Cil û Bergên Kurdî, Hevgirtina Jinên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê çalakiyek li dar xist. Çalakî bi sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir. Birêz Gulistan Beşîr û birêz Selame Abdullah li ser Jinên navdar yên Kurdistanê û rola jinê bi giştî di dîroka Kurdistanê…