March 8, 2024

(Lewend Dalînî) Dr. Saif Daoud

Dema reşaya çavên te pêlên xwe,
Li min dan!?
Birîna dil qemûşk girt, û
Sonsin di asîmanê min de
Pişkivîn!? û
Dû demîn dibûn!?

Di naveroka çavên te de,
Hêvîyên dilê min
Sipî şîn dibûn, û
Bozê rehwan,
Di newala du reş marên te de,
Dest bi cirîda dikir!
Têhna reşaya çavên te
Tîr dibû, û
Zîz bûnê diçirisand?.
Kelek bê serî,
Di taristanê de werdibû!?
Sîmir zozan…