February 8, 2024

Mizgîn Hesko

Nîvê şevê
Tîrêjek ji ronahiyê
Bi destên min digire
Û ber bi stêreke nenas ve
Bê basik
Min dibe!

Matmayîneke herî sosret
Canê min…
Dilerizîne
Bi diranên gewherî
Rewanê min…
Dikeritîne!

Tarîbûn berbelav eÛ ez…
Di xelwetgeha ronahiyê de
Bê zar û ziman
Wiha mendehoş

Ji şûşeya gerdûnê
Dêrîntirîn mey
Bîstikên revînok
Bi min re dinoş..?!

Xelekek tije hezî
Û nîv şevek avrayî
Bi hilma gulavê

Destên ronahiyê ne
Min…
Tevlî bêdengiyê dikin
Û hîn…
Li ser tayekî zîz…

Margot S. Baumann
wergêr : Tengezar Marînî

Helbestvana me îro ji Swêsra ye. Margot S. Baumann
Zitate zur Übersetzung:
Erkê wergêr e ku bi zimanê xwe, zimanê petî û pak azad bike, ku di bin sêhra zimanê kesekî din de ye, serbestkirina zimanê ku di berhemekê de girtî ye, di kopîya wê xebatê de. Walter Benjamin
Es ist die Aufgabe…