January 21, 2024

Ehmed Tahir

Ez ê binivîs im eşker e
Nayêm firotin bi zêr û pere
Xwe naveşêr im di pişt perda
Wek siyasetmedar û rêber e
Ji xwe nakin şerm û fedî
Qet li me nabin xwedî

Her yek xwe dibîn e mîr û serokDi hembêza dijmin bûne kedî
Çanda we tim kîn û rikberî
Dostê we ne tolaz û serserî
Li ber dergehan bûne nandoz
Ji…

Ezîz Xemcivîn

xort û keçên me
Şervan in, Girîla û Pêşmerge ne!
Ne bi destê me ye,
em neyarê neyarên xwe ne!
Ne bi destê me ye,
em li ser axeka pîroz çêbûne!
Ne bi destê me ye,
Kaniya kîna me ji kîn û zikreşiya we dizêt!

Ne bi destê me ye,em nijadperest in, ne olperest in.
Ol û ew pelûl me ji we re…

Ereb Ereb Horê

Cil û brgên li ber bejnê, ka binere
Bê bişkok in, ser laşê, şad û şer e
Çi periya dîyar e, ser şanoyê
Xiste telsê, amade û pêşber e
Xwîl dimeşe, mîna leylan û mijê
Dibe, tîne kemaxên gilovere
Vêvirîne, beş ciyên aranê

Ronî daye hemû rengên hunereWênegir û terzî şepirze dibin
Bi girnijîn, heja guliyên zer e
Çi zeriyek, bi deylan…