November 19, 2023

Zara Salih

Romannivîsê kurd Jan Dost di vê romana xwe de ya bi navê (Mîrname), bi şarezayî û tevneke ku di wî asoyê işqa Xanî de roman hûnandiye. jiyan, raman, felesefe û işqa şairê mezin Ehmedê Xanî ku ji beriya 300 salî ve ye, bi teknîk û şêweyek ristesazî hatiye nivîsandin.
Bêguman, Jan Dost, li ser bingeheke…

 
Kurteçîrok yek ji hunerên vegêranê ye, ku serbor û serpêhatiyên mirov di çarçoveyeke hunerî de pêşkêş dike, çi bi awayekî riyalîzm (waq`igerî) yan jî bi awayekî aşopgerî û bi roleke mezin û serekî di dariştina hişmendiya civakî, rewşenbîrî û siyasî de lehîstiye û hîn jî dilehîze.

Dirustkirina hest bi xweşiya hunerî û geşepêdan û werarkirina xeyala…

Mizgîn Hesko

Payîza navîn…
Çaryek berî pêncê Çivîkê
Dîmenên revînok
Ji hêlînên şevînî
Bê vîxan derçûyî…!

Û rawestgeh …Hîna jî tarî
Sîtavên reşahiyê
Pencereyên ronegehê dinixumînin
Perengên vemirî
Gulên agirîn nasohtînin
Belgên dariştî
Ji bejna daran
Rondik dirijînin!

Û danê Payîzê
Çaryek berî pêncê lavijê
Û zemîn…
Di nîgaşa çivîkan de
Bênderên xuro reşandî
Û çivîk…
Di bîrdanka sermed a zemînê de
Afrîdeyên şêt û teredîn…!

Û Payîz…
Bi hemû kubariya xwe
Xiftanekî alayî
Hildigire…

Xizan Șîlan

ez
îro xemkêş im, dilbiêş im
girtiyê şevistanên keserkêş im
her gavê kelem û striyên xopan
tên pêşwaziya min
her êvar
xem dibe pariyê şîva min
nizanim ez ê çawa kêf û şadiyê
li albûma jiyanê
birêsim

hevîrê dayika min bi êşê hatiye
stirihandin
li her sîtavka golên zelal
kul û kederên eniya demên bêbext
dibînim
her sibehê devê birîneke kûr
bi henasa cangoriyan
dikewînim
zexelên fesad
roniya çira êvarên esmer
vedimirînin
kefterên…