November 7, 2023

Mizgîn Hesko

Çendîn sal…?
Û jiyan…
Leystika xwestekên nervînê
Û neperûşkên nihêniyê..

Xewnên…
Bi welatan dagirtî
Û çavên Xilmaş…!

Kurdzadên bêcir…
Xewanên şûşeya tehliyê!

Rêyên..
Bi kulîlkên erxewanê
Her û her ji dest nadin
Û ne jî ji dest didin
Dergehên heşîniyê…!

Çendîn sal…
Û ev xwêsî di şaxên darberûyan de…
Ev dar…
Bi berên xwe ên şor
Bardar in…!
Û ev sirûd
Di hêrsa bagerê de
Dilên …hînî piyala…