October 30, 2023

Ebdulwehab Talebanî
wergerandin: Mahîn Şêxanî

Heta dawiya şevê dimeşim
Şev jî dimeşe
ez bi çi ve xwe girêdayî bikim..?.
Bi çawîr..?.
Bi arî..?.
Bi leylan..?.

Ez çawa karibim pêşengiyê bikim..?.
Ev çemê her û her koçbere..?!.
Ez pêgirtiyî
Bi bermayiyên lîlandina
Zengilên wê riziyan..?.
An jî bi perçeyên peyvan
Bêhna wê vemirî..?.?
An jî çirisandna çavan
Çavên wê ziwa bûn..?.
na
Tu wateya van hemûyan tune..
Tî çem dikuje
Û stêrk kenê xwe belav dike
Di…