May 14, 2023

MIŞ`ELÊ OSMAN

Di navbera xwîna tarî
Li Seqiz
û sirgûniya dirêj
di nexşeya xaçkirî de
Jînaa..xewnên Azidiyê yên nixumandî
Li ser sînor
Şiyarkirin

Li geliyekî tije hestîBi kuştina min
goreke şil dikolin
her çiqas sozek
yan jî xewnek hebe
Her û her pelên ziwa
dikevin
Lê pela min
li ser destên te
dikeve
destan bihejînî
da ku pela min
şiyar bibe lêê
Temenê min wekî
dîwarekî hilweşiyayî
wêrankirî
dest bi rêwîtiya dawî kiriye
Jîna..Dengê dilê te
giyanê min î birçî…