May 2023

Xizan Șîlan

ez
peleke ji dara xwe
weşiyayî me
li ber mîratiya bayê xerîbiyê
berba dibim
daxwazên birçî
di malzaroka xeyalên xwe de
xwedî dikim

qêrîna dergûşê giyana xwe
bi şîrê pêsîra heyveroniyê
aşt dikim
nameyeke bêbersiv
û bênavnîşan im
her şev ramanên westiyayî
bi lihêfa helbestan
dinixumînim
li hingura êvarên tenêtiyê
meya serxweşiya eşqê
dinoşim
temenê mesûm
li nav salên bêwefa bihurî
nêrgîzên baxê hezkirinê
çilmisîn
ji gewriya kaniyê
xwîn dipale
sebir
li peravên çem dinale
bîranîn
di êşa qefesa demsalan…

Konê Reş

Gulê Gulê! Hat Gulan
Xak xemilî ji rengan
Çûk difirin li asman
Seyran xweşe li waran

Şanê, Xanê, Zozanê!Heyva me a Gulanê
Bikin kêf û dîlanê
Salê careke Canê

Xecê, Xecê! Gulan hat
Siyabendo! Roj hilat
Salek çû û yek nû hat
Bihar xweşe li welat.

Huner, Nesrîn û Wanê!
Bîst û Şeşê Gulanê
Ji bo man û nemanê
Hat Şoreşa Gulanê.

Qamişlo, 26.05.2023

Boniye-Suad Cegerxwîn

Gelek dîmen û bûyer di dîrokê de ne xuyane, yan jî hatin e windakirin !
Belko ji ber ku kesekî ew ne anîne ziman
Her û ha gelek jî hene ku ne rastin, lê ragîr bûne û hatine tomarkirin
Êdî di rûpelên dîrokê de cî girtin e û bûne bingeh .
Bêguman nifşên bi dûhevde tên dîroka gelê…

 
Rêber Hebûn

Zorengên civakî ji karê desthilatên totelîter in, li gel wê yaseyên xwe kirin şevpestên ku nayên jinavbirin, lekeyên xwe li ser berketiyên takekesan û guhertinên wan dihêlin, ta li ser alîgirtinên wana jî bi demê ve, ji ber vê emê nikaribin rastiya parçebûnê di nav cemaweran de nasbikin ji ber girêdana wan bi ricîmekî…

Hişmend Şêxo

Ev çend salin di bîranîna roja Zimanê Kurdî de xebateke hêja ji bo pêşxistina zimên tê kirin.
Hêjayî gotinê ye ku Zimanê Kurdî tevî hemû siyasetên tunekirinê ji aliyê dagîrkerên Kurdistanê de heya roja îro hebûna xwe di qada cîhanî de çespandiye û bi şanazî serî hildaye û xwedî dîrokeke taybet e, ew jî di…

Sedîq Şernexî

Ev roj, ku hemû saziyên kurdî li ser hevdeng bûn da ku bibe roja zimanê Kurdî, di naverokê de gelek wateyan li xwe digire, di serî de ku gelê Kurd wekî gelên din, xwedan şaristaniyeteke kevnar e, ku vedigere beriya bêtir ji du hezar salan, bi awayekî ku zimanê wî ji nivîsîna Bizmarî ya…

Rêber Hebûn

Bûyîna vê penaberiyê windabûneke cûda dûz kiribû ji civakên yên bi sivîlbûnê ve navdar in.
warhîştî îro pêdiviya wî bi derfeta ewlehiya winda ve heye li welatên yên têde piştrastbûn tune dibe û tundî têde belav dibe, yê bû nanê van civakan, berhinde peywendiya di navbera tundî û desthilatê de rê dûz kiribû li pêş…

MIŞ`ELÊ OSMAN

Di navbera xwîna tarî
Li Seqiz
û sirgûniya dirêj
di nexşeya xaçkirî de
Jînaa..xewnên Azidiyê yên nixumandî
Li ser sînor
Şiyarkirin

Li geliyekî tije hestîBi kuştina min
goreke şil dikolin
her çiqas sozek
yan jî xewnek hebe
Her û her pelên ziwa
dikevin
Lê pela min
li ser destên te
dikeve
destan bihejînî
da ku pela min
şiyar bibe lêê
Temenê min wekî
dîwarekî hilweşiyayî
wêrankirî
dest bi rêwîtiya dawî kiriye
Jîna..Dengê dilê te
giyanê min î birçî…

 
Di dîroka / 4 / 5 / 2023an de bi vexwendina Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî û bi beşdarbûna hejmarek ji nûnerên partiyên siyasî yên kurdî û komeleyên civakî û saziyên ragihandinî û hejmarek Ji medyekar , rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz Mamoste Hişmend Şêxo Endamê Komîta Navendî ya “Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê”…

Birahîm Qasim

Mela Xelîlê Mişextî Mişextî helbestên xwe bi malikîne û çarîne li ser ritim û newaya pêlewazan bi şêweyê klasîk nivîsandine, lê mijarên wî bigiştî li ser Riyalîzim(Rasteqîne) hatine nivîsandin.
Zanewer, helbestvan û nivîskarê Kurd Xelîl Silêman Xabûr ê binavê Mela Xelîlê Mişextî hatî naskirin diyar e ew yek ji hozanvanên serdemê ye û li gor…