February 13, 2023

Alan Hemo

Hîn jibîrnebû ye êşa dijwar
Bi ser de hatin kavil û awar

Me bîn li sewdanê çikand
Term û xwîn yadîgar û xelat

Jidayik bûn û dayik nedî
Birçî û bêzar û kund kedî

Vê rêyê ji lingên me xwar
Perîşan, talan li cih û war

Hat aramî lê nedanê rê
Soza hevdîtinê ma li gorê

Şekstî çav li banî, hêvî dad
Yê li jor…

Xizan Şîlan

dayê, rebenê
diwarên avahiyan bi ser min de
hilneweşiyan
tofana muhendis û mutehidên diz
sekbav, bêwijdan
bêdilovan, bextreş

harbûyî, çavbirçi û heramzadebi ser laş û giyanê min yê sefîl de
hilweşiya
kefenekî reş
li cendekê min
yê bêguneh û bêçare
hate pêçandin
darbestan şerm kirin
dêleguran
ez bi saxî xistim
tirba bêxwedî, bênavnîşan
û bi axa sor hatim
nixumandin
ez
naleta serdeman li kujeran
dibarînim
kesek qêrîn,êş
nalîn û hawara min
nabihîze
di bin…