September 29, 2022

Lazgîn dêrunî

Keça kurda serî hilde
Porê berde çavan kilde

Serî rake bilind li jor
Bila berba bibe ew por

Serî veke porê şeke
Cilên ciwan li ber xwe ke

Bi azadî jiyan xweş e
Bi serbestî mirov geş e

Zilf û biskên Mahsa hejar
Ji bo dijmin bibin sêdar

Kezyên Mahsa bibin du mar
Xwe bipêçin stuyê neyar

Evîn jîn e jiyan eşq e
Jin bixwe ronî û…