September 18, 2022

Narîn Omer

Jîna min
Delala min!
Dagîrker ne ku oldar e
yan jî ji xweda ditirsê
Ew ji navê te û
ji hebûna te ditirsê

Ji keskahiya bihara dilê te û germahiya evîniya te û
hemî keç û kurên me dilerizê
Ew baş dizanê
oldariya dirust ne bi kefî û
pêçana por û çavan e
Jîna min!
kulîlka demsalên me
Giyan û canê te…