September 16, 2022

Hêvîn Cefer

Lawo veger û Ji Payîzê bike Buahr
Şiyar be û derkev ji va rêya dijwar
Bi Darê Zeytûnê re bibe Cêwî û hevpar
Rê bibre li Qirikan û Tajî, Gur û Heftar

Bixemlîne Xastiya,Lêlûn û Çiyayê Hawar
Ferehiya Cûmê hembêz bike Hezar, Hezar car
Hilde dengê ,Eyşê û Zênebê û Zerya Evîndar
Lêmişta Zemzema Ziravkê biherikîne bi Qentar
Bila Rêş bike Karwanên…

Rêber Hebûn

Ji welêt re
Bermayên hesretê
Ji jinê re
Temenek bê veger
Ji bedewbûnan teva re
Helbestên bê nav

Û hestên germ û xav
Ji beybûnê çiyayî re
Ji êşên jinbî re
Ji silavên tî re
Bîranînên min
Hêsirên peyvên min
Dema serên xwe mîna serhildêran bilind hildidin
Dema peyv hevdû ji nêza dixun.
Û çivîkên hêviyê çermên çêlîkên xwe digezin
Dema nimêj ji xwedê direvin.
Dema …