August 2022

Alan Hemo

Karoj giyakê sêvanî
Biharî hilmî zivistanî dermanî
Giloxetkî heyva li nav ewranî
Bi bişrîn li dil muhir danî

Têlî şaxa li ber gule
Bitinazan ne hişt mejî û ne dile
Hûrik, beytika bask şile
Kenok û xem ji min sile

Henas in, serî bi wan evraz in
Geşjiyaneke şamdilxwaz in
Bê êş û mital lawaz in
Bendemayî her ew niyaz in

Jîr û xwendekar û tiralî…

Mizgîn Hesko

Min ji te re gotibû
Tu…
Ronahiya çavan î
Ma di vê reşahiyê de
Tu dikarî…
Bi destên min bigirî…?

Tu…
Keniya
Li ser lêvan î
Ku lêv zuha bûn
Û di pêlên xeman de
Werbûm
Ma himêza te
Têra gernijîn û giryanê
Bi hev re dike…?

Erê…
Li geştiyekê digerim
Ku min
Ji nav tariyê
Hilgire…!

Rêyên Rawestgehê.
…………………………….

Ey rawestgeha
Ku di landika mijê de
Nixumandî

Ey xunca…
Takîbitenê
Ku hîn…
Di nav şaxên darkoka
Rawestgehê de
Xwe veşartî

Ey rêwiyên
Bilez…

Dr. Ibrahim ê Mahmud (I.M.)

Bêgoman li ser jiyana mirovekî wise dewlemend bi fikir û ramanên xwe, bi helbest û wêje ya xwe, bi xebat û dersdana zimanê kurdî û herwise jî bi welatheziya xwe, gelek zehmete ku mirov bi kurtî li ser bi axivê; lê tevî wê jî ezê hewil bidim tenê weke nemûne li…

Konê Reş

Lehengo Nûrî Dersim!
Bijî Çiyayê Dersim
Jiyana te ya dijwar
Va ez bi zêr dirêsimز
Bi saya kesên wek te
Buhişt bibe mala te.

Xweş silava bigihîn
Wan şehîdên rêka te;
Seyid Riza û Şêx Seîd,
Wan sofiyên wek Egîd
Xwîn rijandin bi merdî
Bi azadî, bûn mirîd.
Bo rêka te î dijwar
Va em jî dikin hawar
Navê te diparêzin
Ji bihar, ta bi bihar.
Ji Qamişlo û Efrîn
Gul,…

 
Di dîroka / 18 / 8 / 2022an de Partiya Demoqrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bîranîna rêwresmên Çel rojiya mamoste Ebdilmenan Şêxo li parêzgeha Helebê vejand.
Di rêwresmê de hejmarek ji dost û hevalan û nûnerên partiyên kurdî yên bira û partiyên niştimanî yên dost û nûnerên komele û saziyên xizmetgûzarî li Helebê beşdar…

Ebdilmecît Şêxo

Ne baweşîn im ez
Di rodankê re derbaz bim
Bibim mîvanekî xwînsivik
Ne dilopek ava kaniyê me
Tîbûna evîna te bişkînim ez.

Ne dilopek ji xûnavê me
Rûçkên te yên gulgulî bixemlînim ez
Evîn li sêdarê li badibe
Du çav bi stêrkan re
Hîn dikenin.

Efrîn . 17.082022

Rêber Hebûn

Karil Marks 1 çepandinê di naveroka xwe de dîtibû ji encamê nakokiyên di navbera pêdiviya bi pêşveçûna giştî ji mirov re û zikmaka civakê a sînordar ve (R133- li paş leylanan-Îyrêş Firom) ji ber ku mirin ji bona guhertinê di binemala xwe de vedigere ji wan nakokiyan ve, û yên li ser civakê de…

Sedîq Şernxî

Jînen gerya Qedrî Can
Sala 1911 Li Derika Çyayê Mazî dayikbû ( liver gelek dan û standen liser rastya salbûyine heye)
Navê wî yê fermî: Ebdul Qadir kurê Eziz Can , Tê naskirin bi navê (Qedrî Can) Diwan dema de guhdani pê hebû.
Şensê wî hebû ku kete Qutabxana Seretayî li Dêrkê dûvre li mêrdînê dibistana lîse…

Bi helkeftina salvegera 50î li ser koça dawî a Kurdperwer ȗ Helbestvanê navdar Qedrî Can (1911 -1972), YNRKS ȗ Komîta birêvebirina Mihrecana toreyî derbarê jiyan, helwêst ȗ xebatên vî ronakbîrê mezin li darxist: Mêvanên mihrecanê evbûn;
Mamoste Mizgîn Qedrî Can
Lêkolînvan Dr. Ibrahîm Mahmoud
Torevan Edîb Çelkî
Romannivîs Cemîl Ibrahîm
Nivîskar Sedîq Şernexî
Helbestvan Hafîz Ebdulrehman (Gotina YNRKS xwend)
Birêvebirina mihrecanê: nivîskar…

Cemîl Ibrahîm

Di vê roja bîranîna pêncîsaliya koça dawî ya têkoşerê rewşenbîr, helbestvan û nivîskar Qedrî Can de, em gelekî bi rêzgirtin û hezkirin wî bibîra xwe tînin, serê xwe li ber kar û xebata wî ya sûdmend û hêja diçimînin, bi hezaran barên gul û beybûn û rihanan ji bo giyanê wî ê pak dişînin…