June 16, 2022

Nîzar Qebbanî
(Wergerandin ji Erebî: Cankurd)

Kenok-girînok bû şergeha kendavê
Ne şûr li ser şûran şikestin
Ne jî mêr rabûn li mêran
û ne jî me Aşûr Banîbal carekê dît
Lê hemî ew ji ber ma bo antîkxaneya dûrokê bû
Ehramatin ji solan!!

Kî yê me ji rewşa dulayî rizgar bike?
Kî yê bi me bide bawerkirin, ku em ne reviyane?
û em…

Emer ismayîl

Nivîskarin ji bu hebunê li Karin
Şev û rojan li hespê xwe swarin
dîrok nasin bihiş mendî dinêrin
Ji bu Azadîyê herdem şîyarin

Hemî çerxa bizav û ramîyarin
Xameyame himber topê nearin
Şevên tarî dikin ruhnî ji gelra
Ji bu jînê û surştê gulbharin

Nivîskarin û çavnêrê welatên
Bi Armanca hebunê ceng civatin
Ji bu rastîyê dipîvin û…

Ebdilmecît Şêxo

Vê sibehê tu kenî
Di dîma te de
gulek şiqin da
Min dilopek ji şabûna
çavên xwe
bi ser de rijand.

Di sibeha din de
Li aliyek rûçka te de
Sêvek jî çê bû
Li aliyê din hinarek dikeniya
Ez hîn diponijîm
Eyan ez kîjan aliyê bixwim!!
Lê siba tu dîsan
Li cem min bibe mîvan
Ji bîr meke !
Sêv û henara xwe…