March 20, 2022


Alan Hemo

Wek ku sînga min
Tijî gul bin
Her ku henasekê dikşînim
Çûkek difire

Wek ku çavên min çirax bin
Di kurahiya deriya tariyê de
Dinavbera awir û awirê de
Periyê perwanekê biçirûse

Wek ku dilê min quntara çiyakî be
Li tehtibejeke xalî
Guvîna bayê xerbî
Li bin baskê balindeyekî keve

Wek ku bîranînên min giravek be
Li nav zirpêlan û bablîsokan de
Pêwendîwendayî be
Pirrek mermerî peyda be

Wek…

 
Di Roja 15 Avdarê 2022 , Welatparêz û Kesayetiyê bilind Hecî Bozan Şido li Gundê Xêrîb – Kobanî çû Dilovaniya xweda.
Hecî Bozan Şido serbilindiya xwe di Alîkarî û pişgêriya mafê milletê Kurd de didÎt.
Her Dem û bi her awakî alÎkariya TêkoşÎna Tevgera Kurd dikir. Herdem Deriyê Mala Wî JI Xebatkarên netewî re vekirîbû.
SersaxÎ ji ji…

Konê Reş

Cejnê Cejnê Cejnê
Xanê rok hat bejnê

Cejna Newrozê ye
Serê nû salê ye

Va dar dipişkivin
Çiya dixemilin

Bi zer û kesk û sor
Bi riçinê wek por

Çûk çivîk dixwîn in
Hêlîna datîn in

Dil lêdide bijen
Xwerist dibe bi ken

Mirov dibe rûgeş
Jiyan şêrîn û xweş

Cejnê Cejnê Cejnê
Xello rok hat bejnê

Cejna Newrozê ye
Destpêka salê ye

Cejna ji sed salan
Roja bav…