Ebdilmecît Şêxo
Qîrînên bêdengiyê min
Di dil de bilind dibin 
Û stêrkên bêdengiyê jî 
Di ezmana Nehlestanê de 
 Hembêz dikin.
Ciwaniya Hêvê
Li hember ciwaniya sûruşta bajar
Û Şahxatuna min
Pir şerm dike.
Hevdîtina pêşerojê
Li ser agirê kizota evînê
Li bajarê min 
Li me pîroz be.
Lê tu were ! 
Serdilka min !
Pêlên derya evîna bajarê te 
Sermest dibin.
Biyanistan nabe Efrînistan
Efrîn jî naxwze…