October 2021

Bavê Zozanê

Ji xwe em tev dizanin ku Serêkaniyê bajarekî herî kevnara li kurdistana Sûriyê ku gêrdayî ye bi parêzgeha Hisîça ve dikeve bakurê wê ji hêla rojava ve li ser sînorê Tirkiyê cî digre ku nêzî 85 k.m jê bajêrê Hisîça dûre wisa jî 90k.m ji bajarê Qamişlo .
Jimara xelkên wê dor 100000 kes e…

yusra Zibêr

Sere kaniyê tû wî babeta jînê
Pênûsamin bi şînî li ser te dixwînê
Nameya pêçayî razekî birîndar
Miletê bendewar tiwî kurdê kevnar
Ji qamişlo hatim bate bi mêvanî
Bo roja cegerxwîn doza niştîmanî

Li bajarê te min xwend dîrok û mizgîn
Helbestên tev jar jiyana cegerxwîn
Li kolanên te meşiyam bi xweşî û evîn
Ser xaka te min xwend dîrokên tev birîn
Tu bê…

Lazgîn dêrûnî

Pîştî te ez riswa kirim daxwaz çi ne
Bilbil ji baxê min birin
awaz çi ne

Taca serê min rakir û bê hêz kirim
Ma vêce îdî ristik û
gelwaz çi ne

Şûşa dilê min te şikand hey zalimê
Ka bêje min mebest û ev
niyaz çi ne

Şeyda ji dil terqand te ez xemgîn kirim
Piştî sema mij bîr kirin…

Ibrehîm Şitlo

Gelî xwendevanan,

Ne ku GOVEND tenê nexweşî,Bêbextî,Ezezî,Nakokî û Dubenduya di nav Serekvan,Partî û Tevgerên me de daye ber çavan.
Lê GOVEND gelek wêne û rastiya qehremaniya gelê me, Kultûra Kurdî ya paqij, zelal, rast, durust û welatparêziya milletê me bi berzî diyar kiriye.
Gundiyên Çemşeref,Rihaniyê,Silopê li Kurdistana bakûr tevahiya:Jin,Keç,Xort, Mêr û Kalepîr hemû nişana welatparêziya bê sînore,…

Konê Reş

Bejnê! Berî ku te nas bikim, te xwe li kû veşartibû?! Çima em rastî hev nedihatin? Çima qederê em dûrî hev dixistin..?! Çima rêka kerwanê min di nav xaka te re derbas nedibû..?! Gul û kulîlkên te di biharên min de geş nedibûn..?! Û çûk û çivîkên te di asmanê jiyana min de…

Hevpeyvîn û amadekirin: Idrîs Hiso

Navê wî Ebdulhekîm Mihemed Necîm Derwêş e, lê tênaskirin binavê Can Derwêş bûye, yekemîn Peraşûtvan ji Rojavayê Kurdistanê, li gorî zaniyariyên li ber destê min heta niha ti kes ji Rojavayê Kurdistanê, nebûye Peraşûtvan.
Can Derwêş di 20.04.1981ê de li Gundê Koçeriyê ji dayik bû ye, Koçeriyên yek ji gundên ser bi…