August 9, 2021

Lazgîn dêrûnî

Îşev li min mêhvan e yar
Rabim bikim ez kar û bar
Pêşwaziya cana kubar
Ew dîlbera ez bendewar

Mêhvan e ya rind û şepal
Ew mêkewa naz û delal
Ronahî kir xanî û mal
Wê rewş li min kire bihar

Rûnim li rex vê mehderê
Vêxim şemal û fenerê
Şûşa meyê deynim berê
Baqek binefş û gul `îzar

Noşim ji wan lêvên şirîn
Çêja helez û…