July 2021

 
Sabri Rasoul
Wergerandin: Ebdûlazîz Qasim

Ewlehiya “bi darê zorê” ya li devera Kurdî “Cezîrê” nayê bi wê wateyê ku rewş ber bi aramiyê ve diçe, ji ber ku di rewşa niha de û ji ber nebûna tifaq û yekrêziya kurdî, û rawestandina danûstandinên di navbera her du aliyên kurdî de, û nebûna nîşan û fakterên serxistina wan…

Burhan Hisso
Ez ê veçirrim,keziyên Rê
hinnekim,tilîkên Bê
li xwe kim şalê cejnê
Tu bê
Ez ê bi ser gerdonê ve berdim
perda şevê
di hembêza te de
pifkim çirê

bera feraşên aşê dilê min
bihêrin
sinbilên bêrîkirinê
û li ber bayê maçkirinê
bidêrin
genimê xelata hatinê
hêêêêêdî hêdî
heeeeeeta sibê
eger
Tu bê.

Nûjîn Qido

Ji ber ne tiştekî xembar im
Ji ber hemû tiştan tev bi çûxreyeke sêwî dikenim
Ne ku bikşînim lê dema pê bişewitim!
Ji ber kulekî dermanê wê li dermangehine biyanî
bi carekê nîne tune dibim,
bi nexweşiya pîs têk diçim
Nexweşiya ku tevlî hêviyên derewçî!!
Tevlî xaliya boriya nemir!

Tevlî berdewamiyeke sitû xwar…!
Tevlî mirineke bi saxî!
Tevlî tifa zemînê di nava çavên xewnan…

 

Konê Reş

Di biçûkaniyê de, li gor ku tê bîra min, di civaka Beriya Mêrdînê de dihat gotin; (sûret heram in) anku wênegirtin heram e. Yên ku ev yek belav dikir oldar bûn; Mela û Sofiyên mala şêx bûn.. Civaka me jî di nav cehalet û nêzaniyê de pêçayî bû, ji wan bawer dikirin.. Ev rewş…

Dilovan Çeto

Di roja sêyem de dayika Hesen û herdû keçikên xwe li gel malbata ku ew pêşwazî kirin, liser sifreya firavînê kom bûn,û berî têr bixwe careke din bi girî ji ser xwarinê rabû û berê xwe da odeya xwe.
Xanima malê jî dev ji xwarinê berda û li pey çû,li kêleka wê rûnişt,destê xwe…

Konê Reş

Bi helkeftina ku 15ê vê tîrmehê/ 2021, (70) sal di ser koçkirina Mîr Celadet Bidirxan re derbas dibe, bi min xweş e ku hûn serwextî van gotinên min bibin: Erê Mîro! Bi xêra serhildana Botan giyanê Kurdperweriyê di hinavê bav û bapîrên me de hat çandin.. Erê mîr Celadet Bedirxan! Bi xêra ked û…

Mahir Hesen

Berhemên Wêjeyî bandorê li rewşê dike û jiyanê vedibêjîne da ku em karibin raman bikin an jî wekî rastiyek li pêşberî xwe bijîn, lê dibe ku ev rol li gorî baweriyên rewşenbîr û nivîskar û rexnevan be ên dûr û dirêj di xeyalên xwe de erênî an negatîf berheman radestî mirovan dikin.
Here li vir…

Konê Reş

Min ev helbesta xwe; (Jîn bi Fene), berî 27 salan nivîsandiye. Piştî ew bûyera terafîkê ya malwêran ku di roja 5/4/1994an de hat serê me û kebaniya min têde canê xwe ji dest da.. Dema ku em ji Şamê dizîvirîn mala xwe Qamişlo. Hingî, dostê min î hunermend (Adil Hiznî), Xwedê wî bi…