July 17, 2021

Rêwan Mîranî

Min hemû pêlavê xwe
Di riya mala te da qetand in
Heta ez pêxwas mam
Te nû got:
Ma tu nizanî, ez pêxwasan nakim!

Min perdeyên dengê xwe
Di bangkirina te da qetand in
Heta ez lal mam
Te nû got:
Ma tu nizanî, ez lalan nakim

Min hemû hêviyê xwe li ber pên te rijand in
Heta ez bê hêvî mam
Te nû got:
Ma tu…