July 8, 2021

 
Sabri Rasoul
Wergerandin: Ebdûlazîz Qasim

Ewlehiya “bi darê zorê” ya li devera Kurdî “Cezîrê” nayê bi wê wateyê ku rewş ber bi aramiyê ve diçe, ji ber ku di rewşa niha de û ji ber nebûna tifaq û yekrêziya kurdî, û rawestandina danûstandinên di navbera her du aliyên kurdî de, û nebûna nîşan û fakterên serxistina wan…

Burhan Hisso
Ez ê veçirrim,keziyên Rê
hinnekim,tilîkên Bê
li xwe kim şalê cejnê
Tu bê
Ez ê bi ser gerdonê ve berdim
perda şevê
di hembêza te de
pifkim çirê

bera feraşên aşê dilê min
bihêrin
sinbilên bêrîkirinê
û li ber bayê maçkirinê
bidêrin
genimê xelata hatinê
hêêêêêdî hêdî
heeeeeeta sibê
eger
Tu bê.

Nûjîn Qido

Ji ber ne tiştekî xembar im
Ji ber hemû tiştan tev bi çûxreyeke sêwî dikenim
Ne ku bikşînim lê dema pê bişewitim!
Ji ber kulekî dermanê wê li dermangehine biyanî
bi carekê nîne tune dibim,
bi nexweşiya pîs têk diçim
Nexweşiya ku tevlî hêviyên derewçî!!
Tevlî xaliya boriya nemir!

Tevlî berdewamiyeke sitû xwar…!
Tevlî mirineke bi saxî!
Tevlî tifa zemînê di nava çavên xewnan…

 

Konê Reş

Di biçûkaniyê de, li gor ku tê bîra min, di civaka Beriya Mêrdînê de dihat gotin; (sûret heram in) anku wênegirtin heram e. Yên ku ev yek belav dikir oldar bûn; Mela û Sofiyên mala şêx bûn.. Civaka me jî di nav cehalet û nêzaniyê de pêçayî bû, ji wan bawer dikirin.. Ev rewş…