February 14, 2021

Lazgîn dêrûnî

Gulfiroşa gulgerîn
Wan gula virda werîn
Min divê yek gulşirîn
Nazik û sor û bi bîn

Da bidim dest dilberê
Dil evîn û perwerê
Dêm ji rengê fenerê
Ew qeşenga xem revîn

Vaye cejna evîn e
Rojeke pir şêrîn e
Him pîroz û mizgîn e
Yar dikin bo hev civîn

Ez ji bîr nakim ticar
Her li bîra mine yar
Gul û dil herdû diyar
Ser ve…

Ebdilmecît Şêxo

Rûmeta min tî ye
Bîriya ava Buharê kiriye
Bîriya baweşînên darên min kiriye
Bîriya stranên dayika min
Cemîl Horo, bavê Selah kiriye.

Rûmeta min tî ye
Bêriya destanên dildaran
Şepalên serdema xwe kiriye
Bêriya dîlbera Cegerxwîn
Û Şêrko Bêkes kiriye.

Rûmeta min tî ye
Peyvên min avis bûne
Ez nizanim !
Ez ji Ahoramezda dipirsim
Ez çi navan
Li bûkên peyvên xwe
Bikim?.

Kûzên avê kaniyan…