February 11, 2021

Burhan Hesso

Û
Wê Berf
Min bide ber Baranan
Bibim Kevrê kefka Kanîkê nezanan
Min bavêjin
Hemû hêlan,
Min najmêrin
Ne ji kan
Ne ji ne kanan

Û Bajarek min bide dest Bajarekî
Geh welatek min bidize ji welatekî
Wê Bazarek min bifroşe Bazarekî
Rojê Êşek
Min bispêre Azarekî
Ez ê
Bibim Goga ber Pêyên Garanan
Sapa revyayî ji Talanan
Ser Gewdê min
Wê,
Serk here Serk Bê
Dest dihevde wê bihejin
Bo kirînê
Bo firotnê ,
Ezê biborim
Wek…