Konê ReşDi 1923an de piştî damezirandina komara Kemalî li Tirkiyê, bi tundî şerê kurdan li Bakurî Kurdistanê hat kirin.. Nexasim piştî bidarvekirina Şêx Seîd û her 47 hevalên wî ji Şêx, Axa û rewşenbîrên Kurd di sala 1925an de.. Di sala 1935an de da Kemalîstan bi rengekî gurtir berê xwe dane kurdan û bi rêk…
Ebdilmecît şêxo
Welat
Helbest
Dayik
Zarok 
Dilber
Azadî
Roj 
Bi hev re
Di pirêzeya dilê Efrînê de
Mozexaneyekê ava dikin
Li hespên kihêl sîwar dibin 
Piyasê dikin 
Û şanoyekê
Ji Nefertîtî re dilîzin. 
Welat dikene
Helbest li sazê dixe
Dayik dike lîlî 
Zarok memkê dayika xwe dimêje 
Dîlber porê xwe 
Li ber eniya min şeh dike 
Azadî semayê dike
 Û roj sergovend e
Efrîn, 2021