December 11, 2020

Brahîm Mehmûd

Seqa sarbû
Gulek şiyarbû
Çav ronîda
roj li karbû

Hinasek da
Ar bi arbû
Seriyek Hilda
Neqşeyek li darbû
Deriyek vekir
Deriyek xarbû
Xwe sparte derve
Kolan harbû
Bejnek livand
Bejne marbû
Dil xwe veda
Jêre darbû
Sîber hejand
Xwezî yarbû
Zemîn firand
Jiyan warbû
Min xweda ber
Nav diyarbû
Bûm niştecî
Ku ew jî şarbû

Ibrehîm Şitlo

Ji destpêka Jiyana Meruvantiyê bi dehhezar Salan, dema yek Kes rastî hinekan dihat bi awakî xwe pêşkeş dikir. Ew carna bi desthildanê an bi Dengekî pêwendiya xwe dida pîşkeşkirin.
Silav bi çi rengî bête dayîn ew Nîşana Destpêka Pêwendiya Du Kesan an Hejmarek bîtir nêzîkî hev dike.
Silav di Kultûra hemû Milletan de Nîşana Aşîtîyê ye….