October 2020

Hejmara 92 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.

Nivîsara sereke:
Pêla duyem ji Koronayê û kurd/Mizgîn Hesko
Nerîn û Gotar:
– Destê tenê li çepikan naxînê…

Mizgîn Hesko

Bê guman….Ev çend meh derbasbûn û hîn korona ( Covid- 19 ) maye sawîreke pir giran, derdekî bê derman, vayroseke pir dijwar û jiyana mirovên ku li ser goka zemînê dijîn dorpêçkiriye.
Belê rojane û em bi çavên serê xwe dibînin û bi guhên xwe dibihîzin ku êdî dema berî korona yê….ne heman dema korona…


Xalid Cemîl Mihemed

1. Rewşa Zimanê Kurdî
Gelê Kurd, bi dirêjiya dîroka xwe, ji bo jiyan, serxwebûn, nasname û hebûna xwe liber xwe daye û hêj di wê kêferatê de berdewam e û ketiye warekî, ku bi hemû erk û belgeyan mafên xwe yên yasayî, mirovî û neteweyî bisepîne, di nav de jî xebata di ber ziman…

Ibrehîm Şitlo
Di havîna 1992 yan de, ez çûm Sûryê.Malbat, Êl û Nasan serdana min kirin, bi wê Şahiyê jî çend Heval xwestin bimin re bicivin û Hevaltî û Biratiya me bi bîrbînin.

Heval Kenan Egît Cih û Kat ji mer re danasîn. Em pênc Kes li Xwaringeha Elandelîb civiyan. Hevalên din yê amade bûn: Berêz Ebdilrehman…