September 30, 2020

Konê Reş

Di zaroktiya min î destpêkê de, hîn tenê, ez û birayê xwe yê ji min biçûktir hebûn, min çavên xwe di malek bi mêvan, çûn û hatin û hewşek mezin de vekirin. Hewşek, bi xirecir ji sewal û dewaran, ji mirîşk, elok û qazan..û gelek caran bi hesp, qantir, ker û erebeyên qantiran…