May 10, 2020

Nizar Yosif

Hemî can winda dibin,
Xatirxwaziye ku sibehê ji xew rane bim.
Min biçîne,
Gul ê vebin.
Tovên meywe yên ji dil ketîn,
Lêvên zuha û westiyayîn,
Ji tavê re rûgehin.

Bi kefî ya rondik mêtî,
Min hilgire,
Bi be çiyan.
Li bin dara berûw a hişk,
Da ter bibe,
Ji vî giyanî,
Sembola wargehê xanî.
Li ber siha dikeyê dildarê bê…