April 2020

Komek rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarên kurd, derbarê şehîd Mistefa Selîmî nameyek arasteyî Seroka Parlamentoya Kurdistanê kirin û daxwaza lêkolînê derbarê keysa Selîmî de kirin.
Rewşenbîr û nivîskarên kurd, Mehdi Zana, Kone Reş, Veman Linevai, Şeyhmus Ozzengin, Bubê Eser û Laleş Qaso, derbarê girtiyê kurd Mistefa Selîmî de ku çend roj berê ji aliyê rejîma Îranê ve…

Di nûçeyeke xemgîn de Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya koça dawî ya hevjîna helbestvanê navdar, Mehmûd Sebrî endamê şaxê Hesekê yê YNKS bihîst.
Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê ji mamoste Mehmûd sebrî û tevahiya malbatê re dixwezin û hêvîdarin ji Yezdanê dilovan wê bi buhişta xwe ya rengîn şad bike.
Bila serê malbatê sax be, û cihê …

Dr.Fhil.Ebdilmecît Şêxo

Eli Herîrî di sala 1078 an de li gundê Herîrî,devera Şemdînan (Hekarî) ji dayik bûye..Çavkanî li ser Eli Herîrî pir kêm in,weha diyar e ku ew li cem lêkolînvanan pir nebûye cihê balkêşiye.Alkesender Jaba dibêje:Min dîwanek Elî Herîrî li Kurdistanê nas kiriye,lê Fehîm lşik dibêje:Dîwana Eli Herîrî ne hatiye dîtin.Wêjevan Feqî Husên jî xwe…

Alksandir Pûşkîn
werger ji Rûsî : D.Besam Mer`ê

Gulek,
Gulek zuwabûyî bê bîhn
Ji bîrkirî
Di pirtûkê de dibînim..
Û niha xewneke namobûyî
Giyanê min dagirt.

Li kû pişkivî?
Kengî?
Li kîjan buharê?
Ma gulê domand?
Û kê çinî ?
Destekî nas yan yekî nenas?
Û çima li vir danî?
Gelo di bîranîna hevdîtinek nazik de
Yan di cudabûneke kujer de
Yan di geryaneke tenha de
Di baxçeyekî bêdeng de
Di lêristaneke tarî…

Hejmara 87 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin.
Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Nivîsara sereke:
– Korona û çalakiyên dîgîtal/ Ebdulbaqî Huseynî
Nerîn û Gotar:
– Oxir be birayê minî delal…

Kurdistan Elî / Aachen

Bê Goman Metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê gelekin û her alîne, hin Hokarên wan derekîne ji aliyên Dewletên dagîrkerve têne çêkirin û herweha hin jî Xomalin, yan jî ji nav mala kurdane, Belkî bi Texmîna min Tehdîdên xomala siyasî û Yasayî metirsiya wan bêhtir bêt û ziyana wan dijwartir bêt, jibo kû…

Ebdulrehman Ehmed‏

Gundî me … ez gundî me
Deng bêjim, tembûrçî me
Yara min bajarî ye
Li hêviyê ez biomidî me

Ez kurê rêncbera me
Li deştê me, li ça me
Sibê li cotê xwe me
Li kar û îşê xwe me

Nikam yarê ji bîr bikim
Heskirnê wenda nakim
Xêrî ji te şîrîn yarê
Li tu yara se nakim

Eşqa te ez wenda kirim
Behra…

Burhan Hesso

Helbest birîndar e
Derman
Ax
Av
Ba yê welat e
Ez ne sax im
Ne mirî me
Gulokek rîs ê kevir î
Di hengaw a dil de ,bi takên xwînê re,têtin ristin
Gerdena min mîna Teşiya Dayka min
Qîrîn û kesran dirêse

Dilê min mîna gulokek kevir
Li pey Teşyê
Diçe,tê
Diçe ,tê
Tê û diçe
Serê min li dîwarê ramanan dikeve
Xwelya bîranînan ji kuloxê poşmaniya min…

 
Bê guman û piştî demeke kurt ji çapkirina berhema
helbestvan û nivîskara kurd Mizgîn HeskoLi ber pala welatekî birîndar diherikîm

îro jî li Berlîn ê, paytexta Almanyayê çapa duyem
ji berhema Mizgîn Hesko/ Ber bi werzên hezkirinê ve/ ronahî dît.

Ber bi werzên hezkirinê ve, ji weşanên Sersera ye,
ku Dr. Beşar Mistefa xwedanê weşanê ye.tabloya berg ya şêwekarê kurd…

Ehmed Mustefa

Ey welatê birîndar
Dil ji bo te evîndar
Erd û asiman bihejî
Can gorî me tu xelat

Çend salin te nabînim
Jiyan bûye goristan
Pir girîyam li ser te
Can û laş bû pêt û ar

Bi hewar û bi qêrîn
Perîşanim dil Xemgîn
Ey feleka dil xayîn
Biçirîne ev zincîr

Roj li me bûne sal
Çar dil kirin jîna sar
Ey welatê evîndar
Şîyar bike…