April 27, 2020

Nehrî Goranî

Li ser dêmê bendewara
Dibin sûlav
Dûûûûr dipên
Piştî dûriyê
Dibînin .

Kulîlkan li ser sînga dipişkuvînin
Arûziya vedikin
Vê re dilîzin
Bihinê belav dikin
Rengvedidin
Di xulimaşiyê de kurtepistin
Bêdengin
اavên di tabiloya de digirinjînin
Bîranînan kedî dikin
Hestan dihurhutînin
Li ser lêvên sozdara
Meraqa vedijînin
Nêrînin
Li ber dîwara hevdîtina didiqdiqînin
Li hev dinêrin…

Zagros Osman

Sibehekê Bapîrê min ji xew şiyar bû mîna hemî Sibehan dest bi sirûda kuxikê kir şun de ewî ji Dapîra min nexwest ku Çayê jibo wî deyne ser Êgir, ne weke hemî caran ku berî her tiştî Çayê dixwest, Kalo awirek namo li min veda hînjî min mebesta wî ji wê nerîna tûj û…

Ehmed Mustefa

Şêrîn û çavreşa min
Dîlber û delala min
Şox û şeng û hevala min
Pir rindî tu li jiyana min

Şêrîna min sorgula dil
Çelenge û buhar û fil
Birîndarim ji bo te ,ey sorgul
Hêvîdarim , ne bim dil bi kul

Ey gula sor,gula şengê
Ji bo te diçim cengê
Şêrîn û dem çelengê
Were ey bexta spî rengê

Derd…