April 18, 2020

Nehrî Goranî
Şeva ku , berî çend şeva
Ji tariyê reviya
Li nav qelefê KEWA şimitî
Bi defa zikireşiyê ket
Ji nişkava !!!!

Di guhên çiya de
Dengvedanek lêda
Dest danînin ser dil
Nav kolanên EFRÎNÊ
KERKOKÊ ,
Peyv di gewriya de lerizîn .
Di bin sîwana şevê de radestkirin
Hev xelatkirin .
Hev henekirin .
Lê Bejna çiya
Bi Herwar û qêrîn…