April 14, 2020

Alksandir Pûşkîn
werger ji Rûsî : D.Besam Mer`ê

Gulek,
Gulek zuwabûyî bê bîhn
Ji bîrkirî
Di pirtûkê de dibînim..
Û niha xewneke namobûyî
Giyanê min dagirt.

Li kû pişkivî?
Kengî?
Li kîjan buharê?
Ma gulê domand?
Û kê çinî ?
Destekî nas yan yekî nenas?
Û çima li vir danî?
Gelo di bîranîna hevdîtinek nazik de
Yan di cudabûneke kujer de
Yan di geryaneke tenha de
Di baxçeyekî bêdeng de
Di lêristaneke tarî…