April 2, 2020


Giryan Seyro

Heya wek vê gavê hîn li ser danasîna têgeha Rewşenbîr nehatiya lihevkirin, ango şirovekirina vê têgehê hîn di hewildanan de ye, lê wilo jî hemiyan tekez kiriye ku Rewşenbîr ew e, yê ku pêşengiya civakê dike, û herweha ew e, yê ku êş û nexweşiyên civaka xwe tîne holê û di heman demê de…

Ebdilmecît Şêxo

Birîna min devliken e
Hêviyan di dilê xwe de
Tev gulên spî diçîne
Di nav zîpêkên reş de
Destên xwe dide hevalên xwe
Û bi hev re bîst û yek mûman
Di şikevtên bîreweriyê de
vêdixînin.

Birîna min sipî ye
Bêhna berfa çiyaya Hawarê
Û çêja henarên Basutê
Ji nav lêvên wê diherikin
Carekê mîna kotireke sêwî
Dike nalîn…