March 17, 2020

Burhan Hesso

Çip çip çip
Baran weşî
Xuş xuş xuş
Av çû meşî
Rîs tê ristin

Bi Teşî
Xwend in
dermanê Mejî
Zimanê Dê
Her bijî
Û dibistana me jî
Bijî Kurdistan
Bijî!.

Konê Reş

Berî 36 salan, di roja 22/10/1984an de, Seydayê Cegerwîn li Swêdî, bajarê Stockholmê koça dawî kir.. Di Tîrmeha 1979an de, ciwanika Nûvîn Harsan, ew ji Qamişlo bi xwe re biribû Swêdê û her pênc salên xwe yên dawî li wî welatê serme û seqemê derbas kiribûn.. Êvara 23/10/1984an nûçeya koçkirina wî li bajarê…

Xizan Șîlan

li tenêtiya şevistanên sar
hestên xwe dispêrim
paşila helbestê
li bêçaretiya qederê
rojên nazdar û kubar
xwe ji min veşartin
xurbetê kirasê şînê

li bedena şadiyên min
rapêça
ken û girînê ji hêlîna dil
fîrar kirin
derdê dinyaya derewîn
li ser serê min
bû barekî giran
li bêçaretiya qederê
di giyana xwe yê şermok de
têm guvaştin
li nav axîn û keservedanan
dem û dewran heliyan
ji kaniya çavên…

Osman Îso

Di hembêza welatê me de
Kulîlk û bêhn
nameyên evînê
ji hev re bi rê dikin
di çavên hev de xew dikin
û hîn evîndarên hevin

****
Geyayên
gund û bajarên wêrankirî
hîn bi hêz in
ruyên zemîn nepirçek dikin
Serên xwe ji ronahiyê re hil didin
û hîn zîl didin
****
Stêrkên me
hîn di dilê tarîyê de şax didin
û…

Lewend Dalînî

Li ser agirê qurme dareke guwîza,
Tûrikê derd û mitalan,
Min şewitand….
Û ên mayî jî…Bi Misasa
Cotkarekî, min bin ax kirin

Li Nûrşîn û Tekîyên Neqişbendîyan,
Nivişt û bazbendên ji bîrkirinê,
Ji min re dane çêkirin…
Û min wergirtin

Ne qebe qeba kewekî,
Li ser lateke
Çiyayê Tora Hevêrka,
Û ne jî bêhna Sosin û Endekoyên,
Sîpan ê Xelat ê
Di karîbûn zû bi zû,
Giyan li…