March 16, 2020

Hejmara 86 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin.
Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin.
Nivîsara sereke:
– Korona sînoran dibezîne / Mizgîn Hesko
Nerîn û Gotar:
– Pîrozbahiya cejna 8ê…

Alan Hemo

Ewqas dûrî û hestên jar û kul
Durist û cebar nakin şûşa rebenê dil
Bi salan li bin bar bijarî hiştim bê mil
Bimafe barvan îro xwîza xwe bike şil

Kenek ji nêz ve diçrûse dîsa
Nîşan dide buhar dû gelek payîza
Direvin ewrên pûç, dumahîke li bageroka
Qirş û qal bi bê re çûn, hatî dema xecxecoka

Di şevên reş de…


Ebdilmecît Şêxo


Gulên gulistana min herdem
rûlken bûn
Her sibehê min ew bi xûnava
dilên zarokên xwe av dida
Her sibehê min bi doşava pelên wan

tîbûna giyanê xwe dişkand
Her sibehê min li ber sîbera wan
helbestek buhuştî ji gulistana
Melayê Cezîrî dixwand.
Lê vê sibehê, ew bi dîtina min re
hemû lal bûn
Keservedanên wan agirdanek
di stêrka dilê…

Burhan Hesso

Qeflê şemalan,rêsiyê xaçên xwedawendan,şanaziyên derbirênê gefê buharan
Birîn dîdevan û Gewah e
Li ezmanan
Ji dû ya şewata gewd û can û hestên mirovan,dîrok hate nivîsîn
Piringekî agir li ser dil
Sibeh bû,çiyan bi berfê dest nimêjê digirt

Berx li hêviya şîrê deyikan bûn
Hevorî û Tuştîrên Sê berî,diber pîrikên zayînê de
Beranan quloçên xwe disûtin
Kulîlkên Guhîj û Sêvan,çavên…