March 12, 2020

Burhan Hesso

Li wir
dema rê dibû Ma`rek
min bi Pongê destnimêj digirt
û bejna te
pencera gîhê bû!
kevokê name li rê
vekir,

agir ji avê şiyar kir
hefsar
sînor
mizgîn
Ji dest neyaran der çûn
Lîrlîr
Kezî
Ken
Sema
Govend
Tev…tev
rijyan
Hembêzên dayikan
û ez
bajar bi bajar
dame ber qamçiyên şewatê


rê dibû Ma`r!
kilîla te,
geh,
serçavk
şo bi şo
werdigirtin
û ez hiştim zavayekî
bê mirad !!
Burhan Hesso.
12/3/2004

Alan hemo

Li siya Torê û saya xetê
Deşta xeman diafire û pêktê
Himas biçeqçeq av didê
Aş digerîne dihêre genimê wê
Bidîlanin qamîş li bayê wê
Pêşwaz û şade bedenê pê

Qamişlo ji min û neviya re hebe
Hebûna te bêhimpayeke razbere
Hevnişîna xewnên evîndarê penabere
Ji tariya hestiyara re rikbere
Ji hejar û westiyaya re navbere
Biveje, jiyan xweşe bibîranînên te re.


Konê Reş

Di roja 14/3/2020an de (117) sal di ser rojbûna Barzaniyê nemir, bavê netewiya Kurdî re derbas dibe.. Îsal jî, wek her salê, min xwest tiştekî li dor vê roja pîroz binivîsim.. tiştekî nû binivîsim.. Ramiyam û ponijîm, li arşîv û bîranînên xwe vegeriyam, rehmetiyê Mela Hemdî Selefî hat bîra min. (Mela…