March 8, 2020

Cawîdan”Xalid Qasim”

Li nav ewrên reş û tarî
bûm dilopek ji baranê

Li ezmana ez geriyam
giham qada Kurdistanê

Ez hejiyam û hatim xwar
ser serbanê helbestvanê

Serban axbû ez kişandim
wek dilopek ji baranê

Vê carê ez bûme mêhvan
nav lênûskên narînvanê

Narîn jinek tev jiyan e
li her derê Kurdistanê

Çiqas xweş e rastî…