January 13, 2020

M. Bengo

Ez li wirim
Di buxçika xwe de
Min hêstrên we tevan
Hilgirtine

Li ber pala Şermola
Raboriyan birevdikim
Û hinek xewnên sêwî
Dilorînim
Ez li wirim
Li çîrokên bêdengiyê
Guhdarîdikim
Kolan bi kolan
Şevbuhêrkên we
Dişopînim
Di çavên we de
Digrîm
Têkçûnên me
Dihejmêrim
Li wirim
Ji pêşwaziya we re
Bejna xwe radixim
De werin
27 ê heyva şeşa ye
Da hûn destek xwîn
Ji dilê min jî
Bi gulê xwere
Li ber kêlên wan
Biçînin…